Di festîwalê de bûn yekem û sertê wan bilinkirina ala Kurdistanê bû
PeyamaKurd – Grûba şanoyê ya bi navê ‘Lêre’ ku grûba Herêma Kurdistanê ye, li Tûnisê li bajarê Kafê, di ‘Festîwala Tûnisê ya Navdewletî ya Kolanan ya 5em a Sicaveniria’ de bû xwediyê ‘Xelata Zêrîn’. Grûb xwest li ser navê Kurdistanê bikeve pêşbirkê. Grûb ji bo tevlî fastîwalê bibe, şertê xwe danî ku ala Kurdistanê li cem alên welatên dinan hebe.
Grûb, di festîwalê de şanoya bi navê “Min Hoşyar im” danî ser dikê û bû yekem. Grûb Xelata Zêrîn sitend.
Babeta şanoyê têkoşîna li hemberê maddeyên hişbir bû. Huner Tahir nivîsandibû û derhêneriya wê Rizgar Feqe kir. Şano bi desteka wezareta rewşenbiriyê ya Herêma Kurdistanê hat amadekirin.
Festîwal di 18-21ê kanûnê de bû. Ji bo ala Kurdistanê qebûl bikin, rêvebirên balyozaxana Iraqê bi taybetî bi desteka Omer Berzencî hatiye qebûlkirin.
Di Festivalê de ji bilî tîmên Tûnisî ji 8 welatên Ereb û Awrûpayê tevlî pêşbirka şanoyê bûn.