Kurdistan
Di firtûna tropîkê ya li Afrîkayê de, 75 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatên Afrîka, li Mozambîk, Malavî û Madagaskarê bi sedema firtûna an ku bobelata tropîk qewimî, 75 kes jiyana xwe ji dest dan. Di bobelatê de bi hezarî kes, ji ser cîh û warê xwe bûn.
Li Madagaskarê 41 kes mirin û sed hezar kes ji ber bobelat û lehiyê ji ser cîh û warên xwe rabûn. Li Melaviyê 19 kes mirin, elektrîka wan hat birin û hinek herêm weka herêma atefê hatin ragihandin.
Li Mozambikê 15 kes mirin û dibe ev jimar baş nê zanîn lê 20 hezar kes ji lehiyê zerarê dîtin. Sê hezar xanî qismen xera bûn û ji 600 xaniyan zêdetir bi temamî xerabûne.
Neteweyên Yekgirtî beşa alîkariya zarokan UNICEF li Mozambîkê ji bo alîkariya 45 hezar kesan xebatkarên xwe li welat bicîh kiriye.