Kurdistan
Di heman wextê de bi İHAyan êrîşê Erbîl, Silêmaniyê û Koyê kirin
PeyamaKurd – Ber destê êvarê bi İHAyan di heman wextê de li pey hev êrîşê ser bajarên Erbîl, Silêmaniyê û Koyê (Koysancaq) kirin. Di encama êrîşan de zerara canî çênebû.
Bi İHAyên ku êrîşê ser Koyê kirine, temamê İHAyan bombe barkirî bûne û temamê bombeyan teqiyane.
Di êrîşa ser Silêmaniyê de İHA ketiye nêzî avahiyên xaniyan lê ti zerarekî nebûye.
2 İHAyên ku avêtine bajarê Erbîlê ji aliyê sîstema bergiriya hewayî de her dû jî xistine.