TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di Kongreya 14an a PDKê de rêjeya jinan di serkirdatiyê de tê zêdekirin

Admin H
Nivîskar
📅 04 mijdar 2022 21:51

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ku li Duhokê birêve diçe, rêjeya jinan a di Encûmena Serkirdetiyê de, tê zêdetirin.

Li gorî ragihandina Endama Kongreya PDKê û Namzeda Encûmena Serkirdetiyê Viyan Sebrî, di Kongreya 14an a PDKê de rêjeya jinan bo Encûmena Serkirdetiyê ji %15an zêdetir dibe.

Herwiha Vîyan Sebrî ji K2ê re gotiye: “Em weke jin, bi awayekî berdewam çavê me li zêdetir e, lê belê li gor kongreya 13an, vê carê rêje hatiye zêdekirin û nabe beşdariya jinan ji %15an kêmtir be, ku ev guherîneke gelek baş e.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, beşdariya jinan di Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de %25 e û Vîyan Sebrî eşkere kiriye ku jin li dezgehên hikûmetê û partiyan jî  xwedî roleke çalak in.

Parve bike: