TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di navbera Bedlîsê û Baykanê de qeza: 2 mirî û 12 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 04 mijdar 2020 02:22

PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr di navbera bajarê Bedlîsê û navçeya Baykan a bi ser bajarê Sêrtê de otobusekî rêwiyan û TIR ekî li hev ketin û di encamê de 2 kes wefat kirin û 12 kes birîndar bûn.

Nasnameya kesên wefat kirine û birîndarin heya niha nehatin ragihandin. Lê tîmên tenduristiyê û cendirmeyan xwe gihandin ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyên Bedlîsê û Baykanê. Rêwiyekî di otobusê de asê mabû lê dixebitîn da wî bi saxlemî ji otobusê derxin.

Li ser qezayê rê bi temamî hat girtin.

Parve bike: