Kurdistan
Di navbera hêzên Kurdî û Îranê de ser derket
PeyamaKurd – Li Merîwana bajarê sînorî yê rojhilatê Kurdistanê, di navbera hêzên Kurdî û hêzên Îranê de şer derket û di encamê de pasdarekî Îranê û 2 şervanên Kurd jiyana xwe ji dest dan.
Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw ê derbarê şer û pevçûnan de ku duh li gundên Reşedê û Duwîsa yên ser bi Merîwanê ve, pasdarekî artêşa Îranê û 2 şervanên Kurd jiyana xwe ji dest dane.
Pasdarên Artêşa Îslamî ya Îranê şer û pevçûn piştrast kir û ragihandin ku şervanan can daye lê ew şervan ji kîjan hizbê ye eşkere nekir.
Ji aliyê din ve derbarê wî şerî de tu pariyên siyasî yên Rojhilatê daxuyanî nedane.