TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de deriyekî dî jî fermî dibe!

Admin V
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2018 17:20

PeyamaKurd- Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de deriyê Tixûb ê Serzêrê jî wê were fermîkirin.

Rêvebirê Pir û Rêyan yê Duhokê Mehsûm Îbrahîm di derbarê geşedanan de daxuyaniyek da çapemeniya Kurdî û got ku Deriyê Serzêrê jî di nava 7 mehan de wê wekî deriyekî navnetewî were bikaranîn. Ji bo vê yekê Hikûmeta Kurdistanê 444 mîlyon dînar veqetandine.

Îbrahîm wiha berdewam kir: Heta niha rojê 700 rêwî û 150 trempêl di dêrî re derbas dibin. Lê welatî dixwazin ku derî 24 seetan vekirî be. Êdî sîstema elektronîk wê li vir jî were bikaranîn.

Deriyê Serzêrê di navbera Duhok û Geverê de ye û ji bo çûnûhatina gelê herêmê hatibû vekirin.

Heta niha ji xeynî deriyê Xêbûr, di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de deriyên navnetewî nîn in.

Di navbera Kurdistan û Îranê de bi navên Başmax, Perwîzxan û Hacî Omeran sê deriyên tixûb yên navnetewî hene.

Malê ku di çar deriyan re tê Kurdistanê, piştre li çar aliyên Iraqê belav dibe.

Parve bike: