Kurdistan
Di operasyonên Pêsmerge de 5 DAISî hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di du operasyonên cuda yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên bi hevkariya artêşa Hevpeymanan û artêşa Iraqê de, 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Fermandarê Mîhwera Giwêr – Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji K24ê re ragihandiye; bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê û artêşa Iraqê, di du operasyonên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de yên ser cihên DAIŞê yên li quntara rêzeçiyayên Qereçûxê, pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demek e hêzên Pêşmerge bi hevkarî û hemahengiya Hevpeymanan û artêşa Iraqê, operasyonên jinavbirina DAIŞê pêk tînin.