Kurdistan
Di roja dawî ya mohleta Erdogan de êrîsên ser rejîma Sûrî zêde bûn
PeyamaKurd - Di roja dawî ya mohleta Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a meha Sibatê bo rejîma Sûriyê de, artêşa Tirkiyê deverên rejîma Sûriyê li gundewarên Heleb û Idlibê topbaran kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên bê mirov ên Tirkiyê, deverên rejîmê li Meret Numan, Seraqib, Riya M5 li nêzî Meer Şorîn, Til Merdîx û balafirgeha Neyrebê bombebaran kirin.
Berî niha jî SOHRÊ gotibû, 26 leşkerên rejîmê di êrîşên artêşa Tirk de hatine kuştin.