Di Şahiya Sedsaliya Qamişloyê gelek kes hatin xelatkirin
Çalakiyên pîrozbahiyê yên bi boneya Sedsaliya Damezrandina Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi xelatkirina hejmareke zêde ya kesayetên navdar ku di qadên çandî, civakî, werzîşî û siyasî de bi dawî bû.
Di şevbêrkê de yana xelatkirinê ji bo kesayetên dîrokî, xwediyên kedê û malbatên şehîdan hate lidarxistin.
Gelek kesayet hatin xelatkirin
Di çarçoveya vê bernameyê de kesayetên wekî Cegerxwîn, Mihemed Şêxo, Aram Tîgran, Şêx Mêzer Medlol, Şêx Maşûq Xeznewî, lîstikvan Heysem Kico, Mîşêl Dom, yekem serokê şaredariyê û xwediyê dikana "Ezra" Şêx Mihemed Ebdurhman El Taî û hunermend Seîd Yûsif hatin xelatkirin.
Her wiha xelat bexşî şehîd Cuma Bavê Teyar, Yûsif Gulo, Nûreddîn Sofî û dayikên şehîdan ên wekî Yadê Fesle, dayika Îqlîme, Yadê Şaha û dayika Delîl hatin kirin.
Di heman demê de kesayetên çandî û civakî yên mîna Besam Nûrî Omer, Zavîn Berberiyan, Ebas Îsmaîl, helbestvan Konê Reş û endazyar Subhî El Nîzal jî hatin rûmetdarkirin.
Piştî merasîma xelatkirinê, hunermendên diyar ên wekî Ednan Seîd, Hofîk, Şerîf Omerî, Esed Zekî, Nesrîn Botan, Ferhad Kurdî û Cadar Zaxoyî bi stranên xwe kelecan da govend û pîrozbahiyê.