TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di sewata gund de 5 mal û 5 axûrên kayê sewitîn

Admin H
Nivîskar
📅 28 hezîran 2020 14:01

PeyamaKurd - Li gundê Karaca yê girêdayî navçeya Kemahê ya bajarê Erzîngan ê Bakurê Kurdistanê di encama agir pêketinê de, 5 mal û 5 axûr û hêjmarek depoyên kayê şewitîn.

Li gundê Karaca yê girêdayî navçeya Kemahê agir bi maleke ji kerpîçan a li gund ket û ji ber bayê agir belavî mal û cihên li derdorê jî bû ku di encama şewatê de, 5 mal, 5 axûr û hejmarek depoyên kayê şewitîn.

Hat ragihandin, bi hinceta dûrbûna gund ji navenda bajêr, tîmên agirkujiyê dereng gihîştine gundê şewat lê çêbûye û ev jî bûye sedema nerazîbûna gundiyan ku ziyaneke wan zêde çêbûye.

Parve bike: