Kurdistan
Di şewata xanî de keçekî 7 salî mir û 5 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) li gundê Kelamêran (Bürüktepe) ber destê sibê agir bi xaniyekî bi serê xwe ket. Di xanî de keça 7 salî ya bi navê Melike Demirkaya mir. Ji ber dûmana şewatê jî diya wê, bav û 3 xwuşk û birayên wê li nexweşxana dewletê ya Qoserê derman dibin.
Şewat seet di 05.00an de destpêkir û îtfaiye, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê şewatê. Îtfaiya bajarê mezin ya Mêrdînê muxaxele bi agir kir û vemirand.
Cenazê Melike Demirkaya birin morga nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Mêrdînê. Tîmên pêwendîdar li ser sedema şewatê xebata xwe dewam dikin.