Kurdistan
Di teqînekê de li Amedê kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Li Ameda bakurê Kurdistanê di encama teqînekê de kesek mir, 2 kes birîndar bûn.
Bûyer li bazara fêkî û sebze ya li taxa Bagcilar a ser bi navçeya Rezan a Amedê ve rû da û li gor zanyariyan li kargeheke wê bazarê teqîneke dijwarçêbûye.
Ew teqînê li nav xelkê wê navçeyê bû cihê metirsiyê û hejmareke zêde ambulans û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bo cihê bûyerê hatin veguhestin.
Di encama lêgerîn û lêkolînên li cihê bûyerê, termê hemwelatiyê bi navê Hacî Abdullah Onder ê 50 salî ji bin avahiyê rûxiyayî hat derxistin û herwiha 2 kes jî birîndar bûn.