Kurdistan
Di topbarana artêsa Tirk de, leskerekî Sûrî hat kustin, 2 ji wan zarok 4 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama topbarana artêşa Tirkiyê ya îro 24ê Tîrmehê danê sibehê de, li navçeya navçeya Zirganê ya Hesekê û gundewarê leşkerekî hêzên artêşa Sûriyê hat kuştin û 4 kesên gundiyên bakurê Zirganê jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku birîndar bo Nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî parêzgeha Hesekê hatine veguhestin.
Endamê hêzên hikumeta Şamê yê hatiye kuştin navê wî Mehmûd El-Xerîb e ku 4 birîndarên din jî Mihemed Qasim (20), Mueyed Ebdullah (32) û her du zarokên wî Mihemed Mueyed Ebdullah (7) û Teysîr Mueyed Ebdullah (5) in.
Hat ragihandin ku du zarok tevî bavê xwe rakirine Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya bajarê Hesekê.