TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di topbarana ser Eyn Îsayê de welatiyekî ji Girê Spî can da

Admin H
Nivîskar
📅 14 sibat 2022 01:04

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama topbarana artêşa Tirkiyê ya ser rêya M4 û bajaroka Eyn Îsayê de welatiyekî sivîl hat kuştin.

Li gorî zanyariyên xwecihî, kesê bi navê Muheydîn Hec Ehmed Îbrahîm ê 35 salî ku bi xwe ji bajarê Girê Spî gundê Baxdikê ye, di encama topbaranê de bi giranî bûye.

Hat ragihandin ku welatiyê birîndar beriya wî bigihînin nexweşxaneya Şehîd Elûş a li Eyn Îsayê can daye.

Parve bike: