TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dibe hilbijartinên Kurdistanê bên pasdexistin

Admin M
Nivîskar
📅 27 sibat 2018 21:27

Berdevkê Komîsyona Bilind ya Hilbijartin û Referandûmê ya herêma Kurdistanê Şîrwan Zirarî ragihand ku partiyên Kurdistanê hemfikrin da hilbijartinên Kurdistanê bo meha êlûnê bên bipaşdexistin.

Berdevkê komîsyonê  Şîrwan Zirarî got; hemû partiyên siyasî bo hilbijartinên herêmê û serokatiyê dixwazin di meha êlûnê de çêbibin. Ev demeke dirêje ku li ser mijara hilbijartinan û dema hilbijartinan gengeşî tên kirin.

Zirarî behs kir ku di hefteya pêşiya me de wê serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî seredana Bexdayê bike. Piştî seredanê wê bi serokwezîrê Iraqê re bo tesbîtkirina roja hilbijartinan dê rojekê bê danîn. Piştî seredana Barzanî wê roja hilbijartinan aşkera bibe.

Li ser mijara ku navên kesên mirî di lîsteya hilbijêran de hene de, Zirarî got: “Me pêngavên girîng di mijara kesên mirine de avêt. Pûsûla ya erzaqan fêdeyeka zêde da me. Bi xêra wê me koçberan û miriyan ji lîstê derxist.”

Biryar heye ku hilbijartinên Iraqê di 12 ê Gulanê de wê bên kirin.

Parve bike: