Dihok di cejnê de pêşwaziya 30 hezar geştiyaran dike
PeyamaKurd - Di Cejna Qurbanê de, sektora geştyariyê li parêzgeha Dihokê livîn û pêşveçûneke pir berçav tomar dike. Pêşbînî tê kirin ku di rojên cejnê de zêdetir ji 30 hezar geştyarên ku piraniya wan ji parêzgehên naverast û başûrê Iraqê ne, berê xwe bidin deverên hênik û çiyayî yên Dihokê.
Xweşiktiya xwezaya deverê û hênkayiya ava seyrangehên navdar ên mîna "Sûlava Amêdiyê" û "Aşewa"yê bala mêvanan dikişînin ser xwe.
Hunermendê ji bajarê Bexdayê Maher Qeysî û geştyar Mihemmed Cefal ji bo medyayê dan zanîn ku qeşengiya xwezayê û mêvanperweriya germ a xelkê Kurdistanê û Dihokê wiha kiriye ku ew biryar bidin cejna xwe li vir derbas bikin.
50 projeyên nû û binesaziya geştyariyê ya Dihokê
Ev pêla mezin a geştyaran ku di Gulana 2026an de gihîştiye asteke bilind, encama pêngavên stratejîk ên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku tê de zêdetir ji 50 projeyên nû yên geştyariyê li parêzgehê hatine cîbicîkirin.
Li gorî amarên fermî, di vê qonaxê de parêzgeha Dihokê bûye xwediyê nêzîkî 700 bingehên geştyariyê yên cîhêreng (mîna otêl, motel û xwaringehan) û 230 deverên xwezayî yên geştyariyê.