Kurdistan
Dîlok | Li kargeheke xalîçeyan sewat derket
PeyamaKurd – Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, li kargeheke xalîçeyan, şewat derket.
Li Sêyemîn Herêma Pîşesaziya Organîzeyê ya Dîlokê, agir bi kargeheke xalîçeyan ket.
Li gor hat zanîn, li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên agirvemirandinê ji bo cihê bûyerê hatin şandin û tîmên agirvemirandinê piştî 4 saetan agir kontrol kirin.
Herwiha hat eşkerekirin ku di encama agir de zerara madî çêbûye.
Hat ragihandin, sedema şewatê nehatiye zanîn û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.