Kurdistan
Dîplomatê Amerîkî serdana tirba Barzaniyê nemir kir
PeyamaKurd - Konsûlê giştî yê Amerîka li Hewlêrê, Steven Fagin ragihand ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê baştir bûne.
Konsûlê giştî yê Amerîka li Hewlêrê, Steven Fagin îro çû ser tirba Mela Mistefa Barzanî û Idrîs Barzanî ku wek “Mezarê Nemiran” tê nasîn û li gundê Barzan yê Hewlêrê ye.
Piştî ziyareta Mezarê Nemiran, Steven Fagin bersiva pirsên rojnamevanan da û got, armanca ziyaretkirina Mezarê Nemiran ew e ku bizane çi hatiye serê gelê Kurdistanê bi taybet Barzaniyan.
Dîplomatê Amerîkî behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir û da zanîn, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê baştir bûne û hêvîdar e di demek nêzîk de her du alî tevahiya pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin.