Kurdistan
Dîplomatê Kanadî ji ber girîngîdana jinan pesnê kabîneya Mesrûr Barzanî da
PeyamaKurd - Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li paytext Hewlêrê pêşwazî li balyozê Kanada li Iraqê Paul Gibbard kir û pê re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de balyozê Kanada diyar kir ku Kanada amade ye alîkariya Herêma Kurdistanê bike, bi taybet jî di warê ezmûna sîstema federalî de.
Dîplomatê Kanadayî herwiha pesnê kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê da ku girîngiyê dide jinan.
Di civînê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê û rewşa penaberên Iraqî yên li Herêma Kurdistanê jî hat kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji xeynî Seroka Parlamena Kurdistanê, herwiha 3 jin wekî wezîr di kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê de cî digirin.