Dîzeyî: Atmosfereke pozîtîf di navbera Bexda û Hewlêrê de çêbûye
PeyamaKurd – Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê bi serokomarê Iraqê, nûnerên kurd li Bexdayê û wezîrê derve yê Iraqê re hevdîtin pêk anîn û ragihand, “Atmosferek pozîtîf di pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye.. Me karên xwe pêşkeşî Civata wezîran kir û dixwazin hejmara nûneratîyên xwe zêde bikin û guhertinan jî di postan de bikin.”
Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ji televîzyona K24 re ragihand, wî îro li Bexdayê bi serokomar, nûnerên kurd û wezîrê derve yê Iraqê re hevdîtin kiriye.
Dizeyî got, di wan hevdîtinan de bi giştî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û xebatên komîteyên hevbeş yên bo çareserkirina nakokiyan axaftin hatine kirin.
Dizeyî da zanîn ku atmosferek pozîtîf di pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye û got, di wê çarçoveyê jî de me biryara serdana Bexdayê kir û ligel serok komarê Iraqê, nûnerên Kurd li Bexdayê û wezîrê derve re kom bûn.
Derbarê çaerserkirina êrîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got: Di dawîn kombûna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, biryara hat dan derbarê budce û petrolê komîteyek bihêt pêkanîn daku Herêma Kurdistanê şehnîyên darayî yên xwe bo sala 2020 di budceya Îraqê de misoger bike.
Derbarê guhertinan di peywendîyên derve yê hikumeta Herêma Kurdistanê de jî Sefîn Dizeyî diyar kir: “Me karên xwe pêşkeş bi Civata wezîran kirîye û dixwazîn hejmara nûneratîyên xwe zêde bikin û guhertinan jî di postan de bikin.”