Kurdistan
Dizeyî: “Divê PKK dawî li îsxal û êrîsên xwe bîne”
PeyamaKurd – Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser êrîşa PKK ê ya bo ser hêzên Pêşmerge daxuyanî da. Dizeyî daxwuyaniya xwe de got:
“Divê PKK dawî li îşxal û êrîşên xwe bîne. Wateya êrîşa ser Pêşmerge tê wateya êrîşa ser Herêma Kurdistanê. Divê herkes êrîşê şermezar bike. Di dewra ku herkes bi vîrusa kujer ya koronayê re têkildare û halê hemwelatiyan yê ewlekariyê, aborî û civakî di talûkê de ye, divê êrîşên PKK ê yên weha gemarî bên şermezarkirin û pêşî li wan bêgirtin. Ti sedemekî tineye ku PKK li wan deverane. Bo sîvîlên herêmê serêşe û zerare.”