TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dizeyî: Wê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastinê her gavê bavêje

Admin H
Nivîskar
📅 26 hezîran 2022 12:25

PeyamaKurd - Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li ser êrîşên moşekî yên bi ser kelgeha Kormorê got ku pêwîst e Hikûmeta Federal rêkarên bilez bigire û rê li ber van moşekbaran bigire.

Sefîn Dizeyî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Bi tundî êrîşa li ser kêlgeha gazê ya Kormorê şermezar dikim, ev çend car in êrîşên teroristî li ser wê tê kirin. Pêwîst e Hikûmeta Federal rêkarên bilez bigire û rê li ber van moşekbaran bigire.”

— Safeen Dizayee (@SafeenDizayee) June 25, 2022

Herwiha Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ji bo parastina malên karkeran û gelê herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê her gavê bavêje.

Parve bike: