TR KU SO
FB X
Kurdistan

Doza Tahir Elçî bo 4 mehan hat pasxistin

Admin H
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2020 20:24

PeyamaKurd – Piştî 5 salan bi ser kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî, îro 21ê Cotmeha 2020an yekemîn danişîna dadgehê li Dadgeha Cezayê Giran a 10emîn li Diyarbekirê birêve çû.

Di rûniştina dadgehê de ku hevjîna Tahir Elçî Turkan Elçî wekî parêzera stajyer beşdarî kir de, hemû daxwazên parêzeran ên rûbirû darizandin û guhdarkirina 2 polîsên gumanbar hatin redkirin û bi rêya SEGBİS (Platforma Dengî û Dîmenî) ji bajarên xwe beşdarî dadgehê bûn.

Diyarbakır Barosu Başkanı Tahir Elçi’nin katledilmesiyle ilgili 5 yıl sonra görülen ilk duruşma ertelendi. 

 Parêzeran di danişînê de reda hakimê dadgehê xwest û ev daxwaza wan jî hat redkirin û duyemîn rûniştina doza Tahir Elçî bo 3yê Adara 2021ê hat paşxistin.

Tahir Elçî 28ê Mijdara 2015an dema li ber Minareya Çarling a Sûra Amedê ji bo rawestandina şer û pevçûnan daxuyanî dida, bi guleyekê hatibû qetilkirin ku hê jî tevî raporên Baroya Diyarbekirê yên derbarê polîsên gumanbar de jî piştperdeya bûyerê nehatiye zelalkirin.

Parve bike: