TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dozger nehist Leyla Guven serbest bimîne

Admin M
Nivîskar
📅 29 hezîran 2018 21:54

PeyamaKurd- Îro danê sibê, bi sedema ku ne hewce ye Leyla Guven di zîndanê de bimîne û nema Guven dikare delîlên di derbarê doza ku jê zîndaniye ji holê rake, li ser daxwaza parêzerên wê, dadgeha 9emîn ya cezayê giran biryara serbestberdana Leyla Guven dabû.

Li ser nerazîbûna dozger bo serbestberdana Leyla Guven, dosya Leyla Guven çû dadgeha cezayê giran ya 10emîn ya Diyarbekirê. Dadgeh jî biryara dewama zîndanîkirina Leyla Guven da.

Leyla Guven demekî şaredarê Wêranşehrê bû û niha di partiya HDPê de di rêza yekem de bû parlementera bajarê Hekkariya.

Parve bike: