Kurdistan
Du malbat lihev xistin û 3 bira hatin kustin
PeyamaKurd- Li navenda bajarê Rihayê di navbera du malbatan de pevçûn derket û ji malbatekî bav û 3 kurên wî birîndar bûn. Pevçûn bû şer û bav Mehmet Guven, kurên wî Îbrahîm Xelîl, Mûrat û Remezan birîndar bûn. Polîs û ambûlans hatin ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxaneya dewletê ya Balıklıgölê.
Her sê bira bi sedema ku birînên wan xedar bûn mirin û dermankirina bavê wan li nexweşxanê dewam dike. Polîs li dora nexweşxanê tedbîrên ewlehiyê girtin. Kesên malbata dinê ji aliyê hêzên asayîşê de tên taqîbkirin da bên girtin.