TR KU SO
FB X
Kurdistan

Du welatiyên Kurd li Umreyê koça dawî kirin

Admin L
Nivîskar
📅 19 mijdar 2022 19:00

PeyamaKurd – Li Erebistana Siûdî di Umreyê de, îro welatiyeke Kurd a bi navê Sînam Îsmaîl Fetah û do jî welatiyê bi navê Hacî Ehmed Îsa Sipîndarî koça dawî kirin.

Li gor Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê îro Şemiyê 19ê Mijdara 2022yan diyar kir: “Îro welatiyeke Kurd a bi navê Sînam Îsmaîl Fetah a 68 salî û xelkê bajarokê Pîrmam li Erebistana Siûdî koça dawî kir.”

Herwiha destnîşan kir: “Sînam Îsmaîl Fetah çend roj bûn bi mebesta encamdana Umreyê serdana Erebistana Siûdî kiribû û do ji ber krîza dil, li Mekeha pîroz ji bo Nexweşxaneya Melîk Feysel hatibû rakirin, tevî hemû hewldanan, mixabin îro koça dawî kir.”

Ji aliyekî din ve, do roja Înê 18ê Mijdara 2022yan, welatiyekî din ê bi navê Hacî Ehmed Îsa Sipîndarî jî li Erebistana Siûdî koça dawî kir ku bi mebesta Umreyê li Erebistanê bû.

Parve bike: