DYA: Em hêzên xwe ji Rojava nakêsin
PeyamaKurd - Washingtonê ragihandi ku ew hêza xwe ya leşkerî ji Sûriye û Rojava nakêşe.
Cîgira Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA Victoria Nuland ji CNN Turkê re axivî û got niyeta Washingtonê tune ye ku hêza xwe ya leşkerî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişîne.
Victoria Nuland, di serdana xwe ya Tirkiyeyê de, bi 'CNN Turk'a kanala Tirk re hevpeyvînek pêk anî û di derbarê babetên ku rêveberiya Enqerê eleqedar dike de agahiyên gring parve kir.
Nuland di bersivandina pirsa; "Gelo rêveberiya Joe Biden dixwaze hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê vekişîne ya na?" wiha got:
"Berî her tiştî ez aşkere bikim ku DYA ji Sûriyeyê (Rojavayê) venakêşe, lewre DAIŞ hê jî li gelek herêman çalak e. Wek nimûne; bûyera êrîşa li Stenbolê ya dêra krîstiyanan."
Victoria Nuland di derbarê pêwendiyên DYA û Tirkiyeyê de jî nirxandinan kir û divêtiya tekoşîna li dijî terorê de hevkariya DYA û Tirkiyeyê destnîşan kir û got ku "divê ev hevkariya bi Tirkiyeyê re çi li Iraq û çi jî li Sûriyeyê bidome. Her çend em carinan li ser çawaniya birêvebirina vî şerî li hev nekin jî, ji ber ku hewcedariya me bi hevkariyê heye, ji her demê gringtir e ku em hevkariya xwe xurt bikin."
Berdevka Wezîrê Karê Derve yê DYA Nuland da zanîn ku di serdana Tirkiyeyê de wan bi rayedarên tirk re di derbarê mijarên wek; li dijî terorê xurtkirina hevkariya herdû aliyan û ji bo nexşerêya ku divê li Sûriyeyê bê şopandin domandin û zêdekirina hewlên diyalogê hatine gotûbêjkirin.
Victoria Nuland di dawîya hevpeyvîna xwe de got: "Ji ber ku bi taybetî di şerê li dijî terorê de berjewendiyên herdu aliyan li Sûriye heye, çareseriya nakokiyan diyalogê pêwîst dike."