Efrîn bû salek ku dagîrkirinê
PeyamaKurd - Îro 18ê Adara 2019an, salek di ser dagirkirina Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê re derbas dibe.
Nûtirîn raporta Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa Efrînê de diyar dike ku "Texmînên cihê baweriyê nîşanê bi wê yekê didin ku bêhtir ji 50 grûpên çekdar li Efrîn û derdorê hene."
Raporta Neteweyên Yekbûyî behsa hebûna binpêkirinên mezin li Herêma Efrînê dike, ji wan jî revandin ji aliyê grûpên çekdar û tawankaran û destbiserdanîn û diziya berhemên zeytûnên xelkê, ku çavkaniya debara jiyana gelek welatiyan e.
Roja 20ê Çileya 2018an, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê, operasyona bi navê Çiqlê Zeytûnê, li dijî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dabûne destpêkirin.
Di wê êrîşê de, Artêşa Azad a Sûriyê, hêzên Mertala Firatê û gelek grûpên çekdar beşdar bûn.
Di encamê de, wêraniyeke mezin gihişte navçeyên Herêma Efrînê, ji Bilbilê, Şiyê, Şerran, Şêrawa, Cindirêsê, Reco, Mabata, heta navenda bajarê Efrînê.
Li beramber vê destêwerdana Tirkiyê, hikûmeta Sûriyê ti tevger ji aliyê leşkerî ve nekir.
Hêzên Rûsî jî ku beşek ji wan li wê herêmê bûn, roja 20ê Çileya 2018an ji wê derê derketin.
Piştî 58 rojan ji şer û êrîşan, ku hemû navçeyên wê herêmê ketin destê hêzên êrîşker, roja 18ê Adara 2018an, navenda bajarê Efrînê jî, kete jêr kontrola grûpên çekdar ên opozisyonê ligel hêzên Artêşa Tirkiyê.
Herwiha dest datînin ser kargeh, dar, mal û milkên welatiyan û bi zorê bacê ji wan disitînin û pereyên gelek li ser girtiyan disepînin, li beramber ku wan serbest berdin.
Li gorî daxuyaiya Rêveberiya Xweser a li Herêma Efrînê, di encama şerê Efrînê de 820 şervan û 500 welatiyên sivîl, jiyana xwe ji dest dan û 1 hezar û 30 kes birîndar bûn.
Bêhtir ji 2 hezar û 600 welatî jî hatin revandin, ku heta niha nêzîkî hezar kesî girtî hene.
Ji salekê ve heta niha, Civaka Navdewletî ji bo çareserkirina rewşa Herêma Efrînê û koçberên wê, ti gavên berbiçav neavêtine.