Kurdistan
Êfrîn | Çekdaran Serokê Meclîsa Xwecihî bi tohmeta YPG-PYDê radestî Tirkiyê kir
PeyamaKurd – Komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve, li Efrînê Serokê Encûmena Xwecihiya bajarokê Cindirêsê revandin û ew radestî Tirkiyê kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihandiye ku Polîsên Leşkerî Serokê Encûmena Xwecihiya bajarokê Cindirêsê Subhî Riziq revand û piştre ew radestî istixbarata Tirkiyê kir.
Rêxistinê diyar kiriye ku Serokê Encûmena Xwecihiya bajarokê Cindirêsê bi tometa pêwendiya wî bi YPG û PYDê re hatiye revandin.