Kurdistan
Efrîn | Istixbarata Tirkiyê û çekdarên giredayî wê hemwelatiyekî Kurd revandin
PeyamaKurd – Li nahiya Şera ya Efrînê, Istixbarata Tirkiyê û çekdarên Polîsên Sivîl ên girêdayî wê, hemwelatiyê Kurd yê bi navê Rêzan Mihemed ku temenê 34 sal in, revandin.
Li gor çavkaniyên xwecihî yên herêma Efrînê, Istixbarata Tirkiyê û polîsên sivîl girtine ser mala Rêzan Mihemed û ew birine cihekî nediyar, heya niha çarenivîsa wî nediyar e.
Heman çavkaniyan eşkere kirin, hemwelatiyê hatiye revandin tu pêwendiya wî bi siyasetê re tunebû.