Kurdistan
Efrîn | MÎTa Tirk welatiyek revand
PeyamaKurd – MÎTa Tirk, ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê welatiyek revand.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, MÎTa Tirk welatiyê bi navê Nîzar Mihemed Boziyan yê 25 salî yê ji Cindirêsê revand.
Herwiha hat diyarkirin, kesê navborî dema diçû navenda Efrînê li ser bendê kontrolê yê MÎTê hat revandin û MÎTê ew birin cihekî ne diyar û dest danîn ser erebeya wî.