TR KU SO
FB X
Kurdistan

Efrîn - YPG | 6 kustî, 7 birîndar

Admin S
Nivîskar
📅 15 berfanbar 2018 22:40

PeyamaKurd - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gundên navçeya Bilbilê û Şerayê 2 çalakî li dijî komên çekdarên opozîsyonê pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, 14ê Kanunê yekîneyeke wan di navbera gundên Dêrsiwanê û Nebî Hurî yên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê, li dijî baregeheke leşkerî ya çekdarên Feylaq El Şamê çalakiyek pêk anîne û di encama çalakiyê de 4 çekdar hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Herwiha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPGê ragihand, hêzên wan li gundê Qestelê Miqdad ê Bilbilê jî êrîş birine ser wesayîteke leşkerî ya koma Sultan Murad û di encama wê çalakiyê de jî 2 kes hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Parve bike: