TR KU SO
FB X
Kurdistan

Eger em yekîtiya xwe pêk bînin, dê bi hezaran Pêsmergeyên Roj biçin parastinê

📅 18 gulan 2019 18:23

PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistan a Sûriyê (PDK-S) Muhsîn Tahir, “Eger bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) re li hev bikin dê bi hezaran Pêşmergeyên Roj biçin parastina herêmê.

Tahir, bal kişande ser avakirina yekîtiya hêzên Rojavayê û got, “Divê Eniya Niştimaniya Kurdistana Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) peymaneke girê bidin.

Bi raya Tahir sê bîwarên pirsigrêkên di navbera PYD û ENKSê de hene û bi navbeynkariya şandeke navdewletî û Serok Barzanî dikarin bêne çareserkirin.

Dema ku di van her sê mijaran de rekeftin pêk were, dê bi hezaran  Pêşmergeyên Roj biçin Rojava û xaka xwe biparêzin.”

Tahîr çêlî bi rêkeftineke di navbera PYDê û ENKSê de kir û wiha dewam kir, “rêkeftinek dê baweriyêbide xelkê û dê bi deh hezaran ciwanên me vegerin xaka xwe û xizmeta gelê xwe bikin. Malbatên me jî dê ji welatên ku terkeser û penaber bûne vegerin ser xaka xwe.”

Parve bike: