TR KU SO
FB X
Kurdistan

Elî Ewnî: PKK bê ser axa Kurdistanê radestî Tirkiyê dike, tenê ji kustina Kurdan re zîrek in

Admin H
Nivîskar
📅 08 hezîran 2021 17:49

PeyamaKurd - Berpirsê baskê 8 ê PDKê li Zaxoyê Elî Ewnî got, PKK bûye çekdar û darê dest dagirkerên Kurdistanê û ew cih û deverên axa herêma Kurdistanê ku dagir kiriye radestî Pêşmerge nake, lê bê şer radestî Tirkiyê dike.

Elî Ewnî ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Hemû hewldanên PKKê ew e şer ava bike, lê bextewerane aliyên siyasî û hikûmeta herêma Kurdistanê pir bi hişyarî tevdigere û rê nade şer derkeve, PKKê wisa dizanî eger wan Pêşmergeyan şehîd bikin, êdî şer dê derkeve, lê me niyeta şer û kuştina wan tine.”

Ewnî got: “Dewletên dagirker ew rol dane PKKê ku pêkhateya siyasî ya herêma Kurdistanê lewaz bike. PKK ku niha li hemû parçeyên Kurdistanê têk şikestiye bi taybet jî li Bakurê Kurdistanê, dema nikare li cihê rasteqîn ê xwe de xebat û karekî bike hewl didin pirsgirêkan bo herêma Kurdistanê çêbikin.”

Elî Ewnî got: “Niha rola PKKê ew e rê xweş bike ji bo dagirkeriya Tirkiyê û li hember Tirkiyê ew ti şerekî nakin û tenê ji bo kurdan bikujin zîrek in, êdî vegera PKKê bo hembêza gel jî nepêkane û hemû karekî di berjewendiya dijmin û dagirkeran de dikin.”

Berpirsê PDKê got: “PKK xeletiyek mezin dike û Pêşmergeyên Kurdistanê şehîd dike. Ji ber ew xeletiya ku PKKê kiriye tê wateya kuştina kurdan. Ji aliyê Serok Barzanî ve rijandina xwîna kurdan bi destê kurdan hatiye heram kirin û hemû aliyek vê berçav derbas dikin û niha şerê birakujî tenê ji dest PKKê tê, ji ber armanca wan a serekî ne kurdayetiye.”

Parve bike: