Kurdistan
'Em bi ti awayî rê nadin asayîsa Herêma Kurdistanê têk biçe'
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûyera teqekirina li Hewlêrê şermezar kir û ragihand aliyên peywendîdar lêkolînên ciddî li ser vê bûyerê dikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi tundî bûyera teqekirinê ya ku îro li Hewlêrê rû da û di encamê de karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê û welatiyekî jiyana xwe jidest da şermezar dikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serxweşî arasteyî kesûkarên qurbaniyan kir da xuyakirin, ew hemû aliyan piştrast dikin ku aliyên peywendîdar ên herêma Kurdistanê mijûlî lêkolînên cidî ne bo dîtina encamderan û sizakirina wan.
Hikûmetê destnîşan kir, ew bi ti şêweyekî rê nadin aramiya herêma Kurdistanê têk biçe.