Kurdistan
Encama hejmartina bi destan ya dengên Hewlêrê wek ya elektronîkî derketin
PeyamaKurd - Komisyona Hilbijartinan a Iraqê dengên Hewlêr û çend parêzgehên din bi destan ji nûve jimartin û encamên hejmartina bi destan a Hewlêrê wek ya encamên eliktironî derket holê.
Hat ragihandin ku encamên hejmartina bi destdan a dengên 28 navendên Hewlêrê %100 wek encamên hejmartina eliktironî derketine.
Beriya niha Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihandibû, roja Yekşemê 31ê Cotmehê dest bi hejmartina bi destan a dengên parêzgehên Hewlêr, Kerkûk, Kerbela, Qadisiye û Enbarê dikin.