Kurdistan
Encûmena Wezîran bi serokatiya Mesrûr Barzanî civiya
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro civiya.
Di civînê de di serî de amadekariyên ji bo destpêkirina sala nû ya xwendinê ya 2026-2027an hatin gotûbêjkirin û Wezîrê Perwerdeyê û Wezîrê Xwendina Bilind rapora xwe pêşkêş kirin.
Her wiha mijareke din a girîng a civînê, rapora şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû ku derbarê serdan û hevdîtinên wan ên li gel Wezaretên Darayî, Petrol û Plandananê yên Îraqê de hatibû amadekirin.
Di civînê de li ser reşnivîsa projeyasaya bûdceya giştî ya Îraqê ya bo sala 2027an û daneyên para Herêma Kurdistanê yên li gorî serjimêriya nû nirxandin hatin kirin.