TR KU SO
FB X
Kurdistan

Encûmena Wezîran di civîna xwe ya asayî de çend babetan gotûbêj dike

Admin L
Nivîskar
📅 10 adar 2021 16:00

PeyamaKurd – Bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran dicive û di civîna xwe ya asayî de, çend babetan gotûbêj dike.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, Encûmena Wezîran ji bo guftûgokirina sê babetan dicive.

Yek ji wan babetan: Pêşkêşkirina raportekê li ser rewşa pêkhateyan û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê, serdana Papa Francîs bo Herêma Kurdistanê, çalakî, giringîdana vê serdanê û encamên wê ji bo Herêmê.

Babeteke din jî: Pêşkêşkirina dawî reşnivîsa projeya peyrewa dana destûrên perwerdeyê li Herêma Kurdistanê ji bo dengdana dawî.

Parve bike: