TR KU SO
FB X
Kurdistan

Endamê Encûmena Navendî ya YNKê koça dawî kir

📅 13 tebax 2018 23:50

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Endamê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) koça dawî kir.

Îro piştî nîvro roja duşemê Endamê Encûmena Navendî ya YNKê Zirar Cola koça dawî kir. Li gor agahiyan pirsgirêkeke tenduristî ya Zirar Cola hebûye.

Herwiha li gor agahiyên di dest de, termê Zirar Cola îro bi emadebûna endamên YNKê, berpirsên hikûmî û partiyan li qontara Kêwereş a Ranyeyê hate bixak spartin.

Zirar Cola sala 1957ê li gundê Akoyan a ser bi navçeya Rewanduzê ji dayik bûye û di kongreya sêyemîn de wek endamê Encûmena Navendî ya vê partiyê hatiye hilbijartin.

Parve bike: