TR KU SO
FB X
Kurdistan

Endamê Polîtburoya PDK-Sê: Ev yekrêzî wê gesbûnekê li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne

Admin L
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2022 15:28

PeyamaKurd Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdulhekîm Beşar li ser girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê axivî û da zanîn, ev yekrêzî wê geşbûnekê li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne û bibe mînak ji bo nakokiyên li nav tevgera Kurdî.

Ebdulhekîm Beşar ji K24 re, li ser girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û bandora vê yekrêziyê li ser Rojavayê Kurdistanê axiviye û gotiye: “Em pîroz dikin, her gaveke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nêzîkî hev du bikin, gaveke pîroz e ji bo miletê me û seranserê Kurdistanê.”

Ebdulhekîm Beşar li ser bandora yekrêziya aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê eşkere kiriye, ev yek hikûmetê bihêztir dike, aboriyê bihêz dike, kêşeyên xelkê çareser dike, li hember Bexda û welatên derdor, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêz dike û sûdê dide.

Herî dawî Endamê Polîtburoya PDK-Sê bal kişandiye ser bandora vê yekrêziyê li ser Rojavayê Kurdistanê û diyar kiriye, ev yekrêzî wê geşbûnekê li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne û bibe mînak ji bo nakokiyên li nav tevgera Kurdî ku yekrêziya Kurdan her dem xurtbûnê li seranserê Kurdistanê pêk tîne.

Parve bike: