TR KU SO
FB X
Kurdistan

Endamê Polîtburoya PDKê û Wezîrê berê koça dawî kir

Admin S
Nivîskar
📅 15 rêbendan 2019 18:00

PeyamaKurd - Endamê polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Wezîrê berê yê Ewqaf û Karûbarên Olî Mihemed Mela Qadir koça dawî kir. 

Mihemed Mela Qadir di sala 1948an de tevlî refên PDKê bûye û di nav PDKê de gelek pile û post heta dawiya emrê xwe wergirtine. Herwiha di kongreya 12an a PDKê de jî bûbû endamê polîtboruya PDKê.

Di yekemîn û duyemîn kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de weke Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî hatibû erkdarkirin. 

Parve bike: