TR KU SO
FB X
Kurdistan

ENKS: Di vê rewsê de em ê çawa danûstandinan bi PYDê re bikin?

Admin H
Nivîskar
📅 18 nîsan 2021 17:43

PeyamaKurd - Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela bal kişand ser êrîşên berdewam ên bi ser baregehên wan ên Rojavayê Kurdistanê de û girtina endamên wan û got, em ê di vê rewşê de çawa danûstandinan bikin?

Serokê ENKSê Siûd Mela ji malpera fermî ya PDKê re da xuyakirin ku rewşa Rojavayê Kurdistanê xirab e û roj bi roj xirabtir dibe û li ser hevdîtinên ENKSê bi partiyên bi ser PYDê ve got: “Ew li aliyekî daxwaza danûstandin û hevdîtinê dikin û li aliyê din jî êrîşî baregehên me dikin. Şeva borî li bajarokê Girkê Lekê êrîşî baregeha me kirin û çend kesên me girtin û tiştên di nav baregehê de jî birin. Emê bi vê rewşê çawa danûstandinê bikin?”

Serokê ENKSê bi bîr xist, PYD li ser girtina endam û alîgirên ENKSê berdewam e û her dem li pêşiya danûstandinan astengiyan derdixe û diyar kir, “Eger rewş bi vî rengî be em naxwazin bi wan re danûstandinê bikin, ji ber ku nabe yek êrîşî mala te bike û tu jî pê re danûstandinê bikî.”

Hêjayî gotinê ye, Sekreteriya Giştî ya ENKSê derbarê êrîşa herî dawî ya li Girkê Legê de daxuyanî da û ragihand: “Grubek çekdarên PYDê roja 16ê Nîsanê êrîşî ser ofîsa PDK-Sê kiribûn û telefona endamên ku li ofîsê bûn jê birin û piştî bernameyên guhdarîkirinê xistibûn telefonan, ji xwediyên wan re vegerandin.”

ENKSê daye xuyakirin, “Ev kiryara ne exlaqî, berdewamiya binpêkirinên berê yên li dijî ENKS, partî û endamên wê tên kirine de ye.”

ENKSê herwiha bi tundî ew binpêkirin şermezar kir û daxwaz ji fermandariya HSDê jî kir ku sozên di vê derbarê de dane bi cih bîne û berpirsên van kiryaran ceza bike û sînoreke dawî ji van kiryaran re deyne.

Parve bike: