TR KU SO
FB X
Kurdistan

ENKS ‘Herêma Ewle’ û rewsa Idlibê dibe NYyê

Admin H
Nivîskar
📅 19 îlon 2019 20:28

PeyamaKurd - Desteya Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê serdana Amerîka dike û dê beşdarî civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe.

Endamê Şanda Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihandiye ku ew wek Nûnerê ENKSê bi şanda Desteya Danûstandinan re serdana Amerîka dike û dê beşdarî civînên civîna Civata Giştî ya NY a derbarê Sûriyê de bibe.

Biro ragihand ku di civîna NY de wê rewşa Idlibê, herêma ewle û komîta destûrê, pirsa girtî û penaberan bi nûnerên welatên beşdarên civînê re gengeşe bikin.

23yê Îlonê civîna Civata Giştî ye NY ya salane tê lidarxistin ku serok û nûnerên piraniya dewletên cîhanê beşdar dibin.

Parve bike: