TR KU SO
FB X
Kurdistan

ENKS kustina endamê PDK-Sê di girtîgehên PYDê de bi tundî sermezar kir

Admin L
Nivîskar
📅 30 hezîran 2021 16:29

PeyamaKurd – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, kuştina endamê PDK-Sê di girtîgehên PYDê de bi tundî şermezar kir û diyar kir: “Tevî hewla xwevedizîna rêveberiya PYDê ji vê tawanê, lê belê awayê ku ev tawan pê hatiye kirin, nîşan dide ku dezgehên PYDê ev tawana tirsonek kirine.”

Sekreteriya Giştî ya ENKSê bi daxuyaniyekê ragihand: “Kuştina endamê PDK-Sê Emîn Îsa piştî binçavkirin wî ji roja 22ê Gulana 2021ê ji aliyê dezgehên PYDê ve, hovîtiya tawanbaran nîşan dide ku li gor daxuyaniya malbata wî (Emîn), bedenê wî rastî eşkenceyên giran, şikandin, şewitandin û elektroşokê hatiye.”

Sekreteriya Giştî ya ENKSê dide zanîn: “Tevî hewla xwevedizîna rêveberiya PYDê ji vê tawanê, lê belê awayê ku ev tawan pê hatiye kirin, nîşan dide ku aliyê pê rabûye, kontrola hemû amraz û alavên dike û tê bawerkirin ku dezgehên wê (PYD) ev tawana tirsonek kirine.”

ENKS diyar dike: “Eger sedema binçavkirina kesê mexdûr û kuştina wî bi vî awayê biêş çi be jî, wijdanê hemû xelkê bi vê tawanê re hejiya û rewşek ji hers û dilgiraniyê li cem bi sedan malbatên girtiyên ku li cem dezgehên PYDê ne, derxist holê.”

Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de ENKS destnîşan dike: “Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bi tundî vê tawana tirsonek ya li dijî hemû nirxên mirovatiyê û perensîpên mafên mirovan e şermezar dike û daxwaza vekirina lêkolînekê ji aliyê komîteyeke navdewletî ya bêalî ji bijîşk û mafnasan dike, ji bo aşkerekirina rastiya vê tawanê û aliyên li pişt wê û cezakirina wan.”

Herwiha di daxuyaniyê de eşkere dike: “ENKS ji serkirdatiya HSDê daxwaz dike ku bi erkê xwe rabe û hewlên ji bo têkdana danûstandinên Kurdî tên kirin rawestîne. Herwiha daxwazê ji aliyê Amerîkî yê ku serperiştiya danûstandinên di navber ENKS û PYNKê de dike, fişarê bike ji bo rastiya vê tawanê naskirin û ji raya giştî were aşkerekirin û tawanbar werin dadgehkirin.”

Parve bike: