ENKS: ‘Ti sert û mercên me bo danûstandina TEV-DEMê nînin’
PeyamaKurd – Piştî belavbûna nûçeyên li ser hewldana Brîtanyayê bo nêzkirina herdu aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, ENKSê ragihand ku ew bê şert û merc amadene bi TEV-DEMê re dest bi danûstandinan bikin.
Endamê Desteya Serokayetiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif da xuyakirin ku ti şert û mercên ENKSê ji bo destpkirina danûstandinan bi TEV-DEMê re nîninû ew bi tenê daxwaz dikin, ku rê li ber çalakiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê neyê girtin û girtiyên siyasî ji zindanan werin berdan.
Tê ragihandin ku hikûmeta Brîtanyayê hewl dide di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de navbeynkariyê bike daku wan li hev bîne, lê hîn ev nûçe ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojava û ENKSê ve nehatiye piştrastkirin.
Beriya niha jî bi navbeynkariya Fransayê hewldaneke wiha ya nêzîkirina herdu aliyan hatibû destpêkirin, lê ti encam jê derneketibû.
Li gorî zanyariyan dê şandeke Wezareta Derve ya Brîtanyayê serdana Rojavayê Kurdistanê bike û ligel herdu aliyên sereke yên Rêveberiya Xweser û ENKSê hevdîtinan pêk bîne daku herdu aliyan nêzîkî hev bike.
Feysel Yûsif ji Rûdawê gotiye, axaftin derbarê hatina şandeke Brîtanî de heye ku ligel ENKSê bicive, lê naveroka ajandaya wê şandeyê hêj ne diyar e.
Hêjayî bîrxistinê ye, 3yê Nîsana 2018an jî şandeke Brîtanî serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û bi berpirsên Rêveberiya Xweser re civiyabû.