TR KU SO
FB X
Kurdistan

Erbîl: “Bexda ji bo welatiyên Kurdistanê her roj 100 hezar varêl petrolê kêm dişîne”

Admin M
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2026 23:17

PeyamaKurd – Serokê rêvebiriya Soranê ya serbixwe Helgurd Şêx Necîb ragihand ku sedema bihayê petrolê li Kurdistanê bilind bûye û li benzînxaneyan xelk dikeve rêzê hukumeta Bexda ye. Necîb got ku Bexda têra Kurdistane petrolê naşîne rafîneriyên Kurdistanê.

Şêx Necîb tevlî bernama Rûdawê ya ku Senger Abdulrehman peşkeş dikir bû û got ku Bexda di navbera bajarên Kurdistanê û yên Iraqê de, di parvekirina petrolê de cudakariyê dike. Şêx Necîb got:

“Pêwiste Bexda rojane 150 hezar varêl petrola xam bişîne rafîneriyên Kurdistanê. Lê niha 50 hezar varêl dişîne. Yanî her roj 100 hezar varêl kêm dişîne. Ev jî nabe bersiva pêdiviya xelkê û bihayê petrolê zêde dike.”

Şêx Necîb got ku sedema xelk li benzînxaneyan dikeve rêzê ew e ku di navbera bihayê benzînê yê bazirganî û dewletê de ferq heye û dewam kir:

“Dema ferqa bihayê petrolê zêde be, xelk diçe benzîna bi desteka dewletê dikire.”

Şêx Necîb ragihand ku berpirsê vê mijarê Bexdaye û rexneyên ser Hukumeta Kurdistanê rast nînin. Xelk dibêje li bajarê Iraqê sedem çiye ku benzîn erzane, divê ev pirs ji Hukumeta Bexdayê bê pirsin.

Berê dahata petrolê ji aliyê Erbîlê de dihat îdarekirin û pirsgirêkên weha tinebûn lê niha Bexda vî karî dike û divê Bexda ferqê nexe navbera parêzgehan.

Şêx Necîb got ku rojane 1 milyon varêl petrolê didin bajarên Iraqê lê yê Kurdistanê di şûna 150 hezar varêlê de 50 hezar varêl dişînin.

Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, di navbera Bexda û Erbîlê de hevdîtin dewam dikin û hevdîtin ji bo zêdekirina hilberîna xwecîh jî dewam dike.

Şêx Necîb her weha behsa birîna elektrîkê jî kir û got ku birîna elektrîkê ji kêmasiya amadekirina gazê ye. Di seha Kor Morê de hilberîn rawestiyaye û ev jî bandorê li hilberîna elektrîkê dike lê xizmeta elektrîkê li gor salên borî baştir e. Şêx Necîb got:

“Berê di rojê de 11-13 seet elektrîkê didan. Niha di nav 24 seetan de tenê 1 an 2 seet elektrîk tê birîn.”

Parve bike: