Kurdistan
ERDHEJ | Li Bakur 8 kesan can da, li Rojhilat 25 birîndar hene
PeyamaKurd – Di encama erdheja pileya 5,9 a Xoyê ya navbera Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de, li bajarê Wanê hejmara kesên can dane gihîştiye 8 kesan û rewşa ji 21 birîndaran 8 kesan jî di xeteriyê de ye.
Li gorî ragihandina rayedarên Îranê jî di erdhejê de 25 kes birîndar bûne û herwiha li 43 gundên bajarê Xoyê jî xanî herifîne.
Rayedarên Tirkiyê jî derbarê erdhejê de, 8 kesan can daye, 21 kes birîndar bûne û rewşa 8 birîndaran krîtîk e.
Hat zanîn ku hemû birîndar li gundên navçeya Elbakê ku hêrî zêde erdhej lê hatiye hîskirin ji binê kavilan hatine derxistin.
Her çiqas li gorî daxuyaniyên fermî dibêjin, di bin kavilan de ti kes nemaye jî li gundên Kaşkol, Guvendîk, Ozpinar û Gelenlerê xebatên rizgarkirinê didomin.