Kurdistan
Erdheja Elezîzê li 6 welatan hat hîskirin
PeyamaKurd – Erdheja Elezîzê ya bi dijwariya 6.8an ligel bajarên derdorê li Iraq, Sûriyê, Ermenistan, Lubnan û Îsraîlê jî hat hîskirin.
Erdheja Elezîzê (Xarpêtê) ya bi dijwariya 6.8an ligel bajarên derdorê yên bakurê Kurdistanê yên wekî Meletî, Diyarbekir, Mêrdîn, Dîlok û Dêrsîmê li Iraq, Sûriyê, Ermenistan, Lubnan û Îsraîlê jî hat hîskirin.
Navenda Sismolojiyê ya Derya Spî-Ewropayê ragihand ku erdheja Elezîzê ligel bajarên derdorê li welatên Iraq, Sûriyê, Ermenistan, Lubnan û Îsraîlê jî hat hîskirin.
Herwiha li gorî wê navenda sîsmolojiyê, erdhejê bi giştî bandor li 120 milyon însanî kiriye ango 120 însanan deprem hîs kiriye.