TR KU SO
FB X
Kurdistan

Erdogan: “Efrîn bi temamî hat kontrolkirin.”

📅 18 adar 2018 17:24

PeyamaKurd - Erdogan li ser operasyona Efrînê wiha axivî: “Çawa ku me Cerablus, Bab û Ezazê ava kir, emê Efrînê jî ava bikin, jêrxan û serxana Efrînê ava bikin.” Erdogan herwiha got: “Em ji xelkê Efrînê daxwaz dikin ku vegerin ser mal û halên xwe.”

Erdogan herwiha got: “Operasyona me ji bo aştiyê dest pê kir, îro heta ji pozê sivîlekî jî xwîn nehat.”Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan îdîa kir ku wan navenda Efrînê bi temamî kontrol kiriye

Artêşa Tirkiyê Jî ragihand kû navenda bajarê Efrînê bi temamî hat kontrolkirin. Xebatê lêgerînê yên bo tespîtkirina mayin û teqemeniyên destî dewam dikin.

Li navenda bajarê Efrînê ku ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ve hat bidestxistin, alaya Tirkiyê hat bilindkirin.

Parve bike: